Welatê me Serhede.
Lo bavo lo lo bavo...
Him sare him sekême.
Lo bavo lo lo bavo...
Em cîwanên li çiyane.
Keç û xortê kurdane.
Can fedayê welatin.
Wekê teyrê asîmana.
Doşega me xwelî ye.
Lo bavo lo lo bavo...
Balîfa me kevire.
Lo bavo lo lo bavo...
Em şêr'ên azadî yê.
Em berxê dayîkêne.
Destên me da çekên sarin.
Dile me da germa aşîtî yê.
Welatê me Serhede.
Lê dayê lê lê dayê...
Axîna me axîna hezar salane.
Lê dayê lê lê dayê...

Песен-НИКИ

Загрузка...

Другие песни Cumali Ozan

Все песни →

Похожие песни